Türkan Tosun
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 23 Gulan 2019
Serokê Ofîsa Serokomariya Îranê Mehmûd Waizî daxuyand hin welat ji bo navbeynkariyê hewl didin, lê di nav şert û mercên niha da tu meneya muzakereyê ya bi Amerîkayê ra tune.
Piştî Lijneya Wezîran a li Tehranê Waîzî daxuyanî da rojnamevanan û behsa îhtimala muzakereyê ya di navbera Amerîka û Îranê da kir.
Waizî got Îranê di 8ê gulanê da berpirsyariyên xwe yên di peymana nukleerê da ji bo demekêt daye sekinandin, piştî vê hin welat û kes ji bo ku li herêmê pevçûn çênebin û peyman bê parastin xwestine navbeynkariyê bikin û wiha dewam kir: "Hin welat ji bo navbeynkariyê hewl didin, lê ev nayê meneya muzakareyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da. Meqamên Amerîkayê heta ku li ser soza xwe nesekinin û zexta li ser Îranê ranekin di nav van şert û mercan da meneya muzakereyê tune."
Ji bo îdiaya "Wezîrê Karên Derva yê Ummanê Yûsif bîn Alewî jî rojek berê hatiye Îranê ku di navbera Îran û Amerîkayê da navbeynkariyê bike" jî Waizî got tiştekî wiha tune, Alewî bi tenê ji bo têkiliyên dualî yên di navbera herdu welatan da û geşedanên li herêmê biaxive hatiye.
Waizî got Iraq hewl dide heyetê bişîne Îranê û Amerîkayê ku rageşî kêm bibe û ewê guh bidin pêşniyazên Iraqê.