Li gor agahiya ku hat bidestxistin, Tûgayên Bedirê yên ku di nav wan de tirkmen jî hene û ji sedî zêdetir kesan pêk tên, serê sibê operasyon birin ser milîtanên DÎŞIyê yên ku gundê Beşîrê di destê wan de ye. Dema ku Tûgayên Bedirê ketin gund, mayînên ku berê di bin erdê de hatibûn veşartin, hatin teqandin. Pişt re di navbera tûgay û milîtanên DÎŞIyê de pevçûn derket. Hat ragihandin ku li gund pevçûn bi tundî berdewam dikin. Ji ber ku tu kes nikare biçe herêma ku gund lê ye, hejmara mirî an jî birîndaran ne diyar e.
Gundê Beşîrê dikeve başûrê Kerkûkê û wek gundekî tirkmenan tê zanîn. Ev gund 3 hefte ne ku di destê milîtanên DÎŞIyê de ye. Tûgayên Bedirê yên ji bo ku gund ji destê DÎŞIyê xilas bikin operasyon dan destpêkirin, wek şaxa leşkerî ya Konseya Bilind a Şoreşa Îslamê ya ku serokê Şiî Ammar el- Hakim serokatiya wê dike, dixebite.
Tûgayên Bedirê di şerê Îran û Iraqê de li dijî artêşa Iraqê şer dikir û ji sala 2006an heta niha ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî ve di bin banê Wezareta Parastinê ya Iraq û artêşa Iraqê de tên îstixdamkirin. Navenda rêxistinê Kerbela ye û dibêjin ku nêzî 12 hezaran milîsên wê hene.