Nihat Kavşut
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 27 Tebax 2017
MÛSIL
Hat ragihandin hêzên artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Telafera navçeya Mûsilê da Keleha Telaferê ji DEAŞa rêxistina terorê xilas kirin û alaya Iraqê avêtin kelehê.
Evdilemîr Yarullahê Fermandarê Operasyonên Telaferê daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir Keleha Telaferê û Daristana Telaferê ji DEAŞê hatine rizgarkirin.
Yarullah destnîşan kir alaya Iraqê avêtine Keleha Telaferê.
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê di 20ê tebaxê da ragihandibû ku operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Telaferê dest pê kiriye.