Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) diyar kir ku hêzên rejimê bi balafir, rokêt, topên hewanê û fuzeyan ve êrîşî mixalifan kirin û di êrîşê de li Helebê 40, li Îdlibê 11, li der û dorên Şamê 10, li Humusê 3, li Derayê 3, li Hamayê 3 û li Dêra Zorê kesek bi tevahî 71 kes hatin kuştin.
Ji aliyê din ve Komiyteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (KKHS) jî diyar kir ku firokeyên artêşa rejimê li Mesekîn Hanunu, Qadî Eskerî, Muyesîr, Selaheddîn û herêma pîşasaziya yek jî li navenda Helebê bombeyên warîlê barandin. Di bombebarandinê de gelek xanî hilweşiyan û zirareke mezin çêbû.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ekîbên parastina sivîlan ji bin xaniyên ku hilweşiyan gelek kesên mirî û birîndar derxistine û kesên birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyan.
Ji aliyê din ve SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê li gor agahiyên çavkaniyên hêzên ewlekariyê diyar kir ku artêşa rejimê li Heleb, Îdlib, Hama û Humusê operasyon kiriye û di encama operasyonan de gelek kesên çekdar hatine kuştin.