ŞAM
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), yekîneyên artêşa girêdayî rêveberiya Şamê li ser heremên ku di bin kontrola muxalifan de ne ji hewa û bejayê operasyon li dar xistin. Di van operasyonan de li berbajarên Şamê 44, li Raqqayê 9, li Helebê 8, li Derayê 6, li Hama, Îdlîb û Xumsê 3, li Deyrûz Zorê 2 û li Qûneytrayê jî 1 bi tevahî 79 kes hatin kuştin.
-Li Raqqayê moşeka scudê ket nav welatiyan
Berpirsyarê Medyayê ya Konseya Şoreş a Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) Elî Xatib diyar kir ku li Raqqayê moşeka scûdê ketiye kolana 23ê Sibatê û li gor tespîtên ewil 35 kes mirine û herî kêm jî 100 kes birîndar in.
Xatib destnîşan kir li herêma ku moşek ketiye bi dehan mal û xanî hilweşiyane û agir bi gelek wesaît û tiştên din ketiye.
Li herêmê ji ber ku ceyran tuneye welatî di nav xopanan de bi fenera destan li cinazeyan digerin.