HELEB
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) de hat destnîşankirin ku di operasyonên hêzên Esed de li Helebê 34, li Îdlibê 15, li Xumusê 18, li banliyoyên paytext Şamê 10, li Derayê 8, li Deyru'z Zorê 4, li Rakkayê 2, li Kuneytrayê 2 û Hamadayê 2, li Lazkiyeyê kesek, bi tevahî 96 kes hatin kuştin. Hat ragihandin di nav kesên ku hatine kuştun de 23 zarok jî henin.
Komîteya Koordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku balafirên artêşa Sûriyeyê li ser bajarên Heleb û herêmên Mesekîn Hananu, Heyderiye, Muyesir û Şex Necarê bombeyên warîlê barandin. Ji ber bombebarandinê gelek xanî jî hilweşiyan.