Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê têkoşîna DYAyê ya li hember DÎŞIyê û koalîsyonê de wiha got: "Pirsgirêk ne bi tenê Iraq e, pirsgirêk Iraq û Sûriye ye. Divê herdu bi hev re bên nirxandin. Heke em bi tenê li ser êrîşa hewayê bisekinin, ev pirsgirêk bi giştî nayê fêmkirin. Êrîşa hewayî tenê perçeyekî vê pirsgirêkê ye. Pirsgirêka vê ya îstixbaratê, mirovî û tetbîqê heye. Divê ev hemû yek bên dîtin û wisa bi hev re bên nirxandin. Heke wiha neyê dîtin ev mesele temam nabe."
Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya NYyê bibe li New Yorkê ye û li wir daxuyanî da pêşkeşvanê navdar Charlîe Rose. Erdogan ji bo rexneyên "yên ku dixwazin beşdarî DÎŞIyê bibin li ser Tirkiyeyê diçin" got ku ev şîrove ne rast in.
Erdogan got ku mijara şervanên biyanî li Îngiltereyê di civîna NATOyê de hat axaftin. Welatên wek Îngiltere, Fransa û Îtalyayê gotin ku ew mirovên ku ji welatên xwe diçin, di destê wan de bi çekan ve naçin, wek turîst diçin.
Erdogan wiha dewam kir: "Me qasî 6 hezarî mirov yên ku ji welatên din tên tespît kirin. Hinek hatin girtin, hinek ji sînor paş ve hatin şandin, ji bo hinekan jî destûr nayê dayîn ku careke din bikevin Tirkiyeyê. Em li ser vê mijarê dixebitin û girîngiyê didin vê."