Berdevkê Desteya Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Suriyeyê Luey Safî berî hevdîtinên dest pê bike ji nûçegihanê AAyê re got "Em hêvî dikin ku îro dest bi mizakereyên siyasî bikin."
Ev sê rojên dawîn li Cenewreyê berî mizakereyan, muxalefeta Sûriyeyê û nûnerên rejimê "îstişare" kiribûn, li ser rewşa Xûmûsê, alîkariyên mirovahî, berdana girtiyan û mijarên mîna van rawestiyabûn.
Aliyên ku di navberkariya nûnerê taybet yê NY yê Sûriyeyê û nûnerê Yekîtiya Ereban El Exdar El Îbrahîmî de di heman hêwanê de hatine ba hev hê rasterast bi hev re neaxivîne. Her du alî jî dîtin û bendewariyên xwe bi navgîniya Îbrahîmî ji aliyê din re dibêjin.