ŞANLIURFA
Serokê Şaredariya Sirûcê yê berê Salih Tekînalp û kurê wî Sînan Tekînalp di êrîşa bi çek de hatin kuştin.
Li gor agahiyan li taxa Alîgolê ya Sirûcê kesên ku nasnameya wan ne diyar bi çekan ve êrîş birin ser şaredarê berê û kurê wî.
Welatiyan agahî dan rayedaran, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Heta ku tîm gihîştin cihê bûyerê bav û kur mirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.
Har ragihandin ku berê jî Salih Tekînalp rastî êrîşê hatibû lê xilas bibû.