Haydar Şahin
08 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2020
Di pêşbijartinên li New Jersey û Delawareya eyaletên Amerîkayê hatin kirin da Joe Bîdenê Alîkarê Serokê Amerîkayê yê berê pêş ket.
Li welêt di 3yê mijdara 2020î da hilbijartina seroktiyê ew ê were kirin, ji bo eşkerekirina namzedê seroktiyê yê Demokratan duh li eyaletên New Jersey û Delawareyê pêşbijartin hatin kirin.
Li gor encamên nefermî yên Associated Pressê eşkere kirin, reqîbên din ji pêşbaziyê vekişyan û Bîdenê bi tena serê xwe bû bernamzed li New Jerseyê ji sedî 88,5ê rayan sitand.
Bernie Sandersê ji bernamzediya seroktiyê ya Demokratan vekişya xwest ku hetanî kongreya tebaxê ya partiyê namzedê xwe yê fermî eşkere bike di lîsteyê da bimîne. Sanders heta nika ji sedî 11,5 ray sitand.
Pêşbijartina li New Jerseyê ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû ji 2yê hezîranê evêtibûn 7ê tîrmehê. Di pêşbijartinê da li gelek ciyan bi posteyê rayên xwe avêtin.
Joe Bîden di pêşbijartina li Delawareyê ya 36 salan li Kongreya Amerîkayê temsîl kir da ji sedî 90,4ê rayan sitand, Sanders jî ji sedî 6,5ê rayan sitand.
Pêşbijartina li Delawareyê ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû ji 28ê nîsanê evêtibûn 7ê tîrmehê.
Namzedê seroktiyê yên fermî ewê di tebaxê da werin eşkerekirin.