16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
NEW YORK
Li New Jerseya eyaleta DYAyê dibistanên bipeyman ên girêdayî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) sala par bi baca mukellefan ji rêvebiriya DYAyê ji 60 milyon dolarî zêdetir pere sitendine.
Li gor nûçeya rojnameya Record û "NorthJersey.com"ê damezrênerên hin dibistanên li New Jerseyê bi Fetullah Gulen ra di nav têkiliyê da ne û di sala 2016an da ji rêvebiriyê alîkarî hildane.
Di nûçeyê da tê diyarkirin li New Jerseyê 7 dibistanên FETOyê bi baca mukellefan xwe îdare dikin û ji rêvebiriya DYAyê ji 60 milyon dolarî zêdetir pere sitendine.
Tê destnîşankirin hin damezrênerên dibistanan ji bo Tirkiyeyê gerê organîze dikin û ji rayedarên eyaletê alîkariyê distînin.