Önder Beyter
08 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2020
Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz es-Serac ligel saziyên hikûmet û dewletê, vegera şîrketên Tirk bo welêt gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê, Serac ligel Wezîrê Plansaziyê Tahir el-Cuheymî, karbidestên Bankeya Navendî û saziyên têkildar li ser mijara "di çarçoveya temamkirina projeyên ji ber şertên derasayî nîvco mane da binesaziya ceyran û vejenê di serî da ligel şîrketên Tirk birêvabirina projeyên nû yên di xizmeta gelê Lîbyayê da" rawestiya.
Ji ber êrîşên ku milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê ji bo bidestxistina paytext Trablusê nîsana 2019an dan destpêkirin, zirareke mezin gihîşt binesaziya ceyranê ya welêt. Li Trablusa ku bajarê herî mezin ê Lîbyayê ye û her wiha Lîbya jî li Afrîkayê xwedî rezervên herî mezin ên petrolê ye, rojê bi qasî heşt saetî ceyran tê birîn. Tê destnîşankirin, hikûmeta Lîbyayê ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê, ligel şîrketên Tirk hevdîtinan dike.