Abdullah Tel
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Li Iraqê di xwepêşandanên ku bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên kamuyê" li paytext Bexda û wilayetên li başûr dest pê kirin da hejmara kesên hatin kuştin derket 35an.
Li gor agahiyên ku ji nexweşxaneyan hatin hildan li Iraqê di xwepêşandanên ji 1ê Cotmehê vir va tên kirin da hejmara kesên hatin kuştin derket 35an û 2 hezar û 433 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din va li gor agahiyên şahidan hêzên ewlehiyê ji bona xwepêşanderên guh nadin qedexeya derketina derva bitirsînin, guleya berdidin hewayê.
- Xwepêşandanên Iraqê
Li paytext Bexda û wilayetên li başûrê Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên kamuyê" xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin.
Rêvebiriya Iraqê ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê piştî Bexdayê li bajarên Zikar (Nasiriye), Meysan (Amara) û Babilê (Hile) jî qedexeya derketina derva îlan kir.