31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
HATAY
Endamên PYD/PKKya rêxistina terorê ji Efrîna Sûriyeyê du roket avêtin Reyhanliya navçeya Hatayê û kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Roketa ji Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê lê Operasyona Çiqlê Zeytûnê dike hat avêtin, li taxa Gultepeyê li dîwarê baxçeyê malekê ket. Piştî demekê dîsa roketek hat avêtin û ew jî li heman taxê li maleke dinê ket.
Di herdu bûyeran de jî gelek polês, tîmên agirkuj û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Du kesên ku di êrîşê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Ji birîndaran Fatma Avlara 17 salî ligel hemû hewldanan li Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê mir.
Malên ku roket lê ketin û wesayîtên ku li cihê bûyerê bûn, zirar dîtin.
Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolînê dikin.