Sevim Hatun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
DOĞU GUTA/ANKARA
Di êrişên rejima Esed ên ser navçe û beldeyên herêma Xûtaya Rojhilata Sûriyeyê de 9 kes hatin kuştin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê yên li Xûtaya Rojhilat hat sitandin hêzên rejimê êriş birin ser herêma Haresta, Arbîn, Dûma, Ayn Terma, Merc û Mîsrabayê.
Hêzên rejimê danê sibê zû dest bi êrişên esmanî dikin, herwiha di êrişên bêyî navber de bombeya xaran jî bi kar tînin.
Di êrişên ser navçeya Dûmayê yên rejimê de di nav de zarok jî 20 kes birîndar bûn, 5 sivîl hatin kuştin. Di êrişên ser herêma Mîsrabayê de jî li gor agahiyên ewil 4 sivîl hatin kuştin. Ekîbên parastina sivîl agirên ku piştî êrişan derket vemirandin.
Ekîbên parastina sivîl birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên der dorê.
Tirs heye ku di êrişên rejimê yên dewam dikin de jimara kuştiyan zêde bibe. Miletê ku piştî êrişan ditirse xwe dispêre qatên binî yên avahiyan.
Di êrişên rejimê yên duh de 12 sivîl hatibûn kuştin.