12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa ûris li Helebê cih û warên sivîlan bombebaran kirin, di encama bombebaranê de 10 kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene mirin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên parastina sivîl bi dest xistin, balafirên şer ên artêşa ûris li Helebê li taxên Ensarî, Meadî, Heydariye, Firdews û Salihiyînê cih û warên sivîlan bombebaran kir. Di êrîşê de 10 kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn mirin, gelek birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê.
Balefirên şer ên artêşa ûris ji cotmehê pê ve li Hûmûs, Îdlib û Helebê li cih û warên sivîlan û baregehên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku ji mixalifên erênî pêk tên bombebaran dike. Başûrê Helebê jî ji 14ê cotmehê pê ve bû wek hedefa êrîşên hewayî yên ûris. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarrîc di daxuyaniya xwe ya di serê mehê de dabû zanîn ku piştî ku êrîşên hewayî yên ûris dest pê kirin pê ve, li Heleb, Hama û Îdlibê herî kêm 123 hezar û 842 kes ji cihên xwe bûn.