MISÛL
Di bûyerên li bajarê Misûla Iraqê qewimîn de yek jê polês bi tevahî 7 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê girt hat ragihandin ku hin kesên nenas bi çekan êrîşê xeratxaneya ku li taxa El-Musnaya li ser bajarê Misûlê ye kirin, di encamê de 3 karker mirin.
Li taxa Memûnê jî avêtin ser dikana temîrê ya erebeyan, di encama êrîşa biçek de yek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Li herêma El-Bîacê teqameniya ku hatibû binerdkirin teqiya, di teqînê de bav tevî lawê xwe ve mirin, 4 sivîl birîndar bûn. Hat diyarkirin ku birîndar sewqê nexweşxaneyê kirin.
Li taxa Sumerê ya ku li rojhilatê bajêr e, êrîşê wesayîta polêsan a ku derketibû dewriyeyê kirin û di encama êrîşê de polêsek mir, 2 polês jî birîndar bûn.
Hê tu kesî berpirsyariyan bûyeran hilneda stûyê xwe.