20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
DÊRAZOR/ANKARA
Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya Amerîkayê de li bajarê Dêrazora ku YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê lê pev diçin li mizgeftekê xistin û 16 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewledar ên li Dêrazorê hatin bidestxistin balafirên koalîsyonê duh di dema nimêja înê de li Mizgefta Osman bîn Effan a li Suseya navçeya Dêrazorê xistin. Di êrîşê da 16 sivîl hatin kuştin.
Çavkaniyan got hêzên koalîsyona li Hecînê jî li qurseke Qur'anê xistin û li wê derê jî 6 sivîl hatine kuştin.
- Di sê rojên dawîn de herî kêm 65 sivîl hatin kuştin
Balafirên koalîsyonê duh êrîşê Mizgefta Emmar bîn Yaser a li Suseya navçeya Dêrazorê kiribûn. Di êrîşê de 2 jê zarok 30 sivîl hatibûn kuştin.
Balafirên koalîsyonê roja çarşemê jî êrîşî heman navçeyê kiribûn û bibûne sedema mirina 13 sivîlan.
- Rewşa Dêrazorê
Ji aliyê din ve li Hecîna navçeya Dêrazorê û hin bajarokên li dora wê pevçûnên di navbera YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê didomin.
Navenda navçeya Hecînê, navendên bajarokên Şîfe û Suse û gundên Bu-Hesan û Bu-Xatir di destê DEAŞê de ne.
YPG/PKK jî rojhilatê Robarê Feratê yê ku Dêrazorê dike du parçe dagir dike. YPG/PKK di 11ê îlonê de bi piştgiriya Amerîka û Fransayê ji bo ku DEAŞê ji Hecînê derxe operasyon dabû destpêkirin.