27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
Serokê Yekîtiya Alim û Medreseyan Enver Kiliçaslan diyar kir ku li herêmê welatî piştgirî nadin êrîşên terorî, bûyerên nexweş ên ku di demên dawîn de zêde bûne lewra gel wan bûyer û kirinan şermezar dike.
Kiliçaslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku zirara kurdan ji PKK û HDPê dît, ji tu kesî nedît û wiha pê de çû: "Him zilma madî û him jî ya manewî ya ku PKKê li kurdan kir heta îro ji hêla tu kesekî din ve nehat kirin. Tu miletekî bi qasî kurdan dîndar tuneye. Bi hezarî, bi deh hezarî, bi sed hezarî ciwanên kurd bê dîn û bê îman kirin. Baweriya wan bi Xwedê, Pêxember û qiyametê nema."
- "Kurdan bi dilê xwe îslamiyetê qebûl kirin"
Serokê Yekîtiya Alim û Medreseyan Kiliçaslan ragihand ku HDP û PKK di her fersendî de êrîşî ser nirxên îslamiyetê dikin û axaftina xwe wiha domand: "Dema ku îslamiyet hat bajarê me gelê kurd bi sehabeyan re şer nekirin û bi dilê xwe îslamiyetê qebûl kirin. Bi awayê ku nebûne dewlet jî ji bo îslamiyetê di jiyana xwe de tetbîq bikin mayê ku ji destê wan hatiye kirine.
Ji afîşa ku li Diyarbekirê di bîlboardan de hat dalqandin re bertek
Kiliçaslan bertek nîşanî afîşa ku Şaredariya Yenîşehîrê ya di destê DBPê de ye bo "balê bikşîne ser bûkên zarok" di bîlboardan de dalqandibû û berê heman afîş ji bo heqaretê li Hezretî Muhammed bê kirin hatibû bikaranîn de jî wiha got: "(Şaredariya Yenîşehîrê) Heke we bi rastî qenciya gelê kurd bixwesta, we heqaret li pêxemberê kurdan nedikir. Ev miletê hanê dîndar e, ev miletê hanê misilman e. Ev miletê hanê ji bo pêxemberê xwe canê xwe, malê xwe û ewladê xwe dide."
- "Tu şaredariyeke di destê DBPê de ji bo gel xizmetê nake"
Kiliçaslan bi bîr xist ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê gelek şaredarî di destê DBPê de ne û got ku ew şaredarî ji bo gel xizmetê nakin.
Mizgeftan wek cebilxane bi kar anîn
Li Mêrdînê YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê hin mizgeftan wek cebilxane bikaranîbûn û ev yek jî di rojeva Kiliçaslan de cih girt û bo vê jî wiha got: "Mizgeft malên Xwedê ne. PKK û YDG-H dixwaze ku milet ji mizgeftan dûr bikeve. Mizgeftan ji bo terorîstan wek depoyên çekan bikarbînin. Mizgeft bi tenê ji bo îbadet kirinê hatine avakirin."