Sevim Hatun
04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Hezîran 2017
LONDRA
Polêsên ingilîz diyar kir ku 3 kiryarên êrîşa terorî ya duh bi şev li Londrayê qewimî hatin kuştin, di êrîşê de herî kêm 6 kes jî mirin.
Polêsan daxuyand ku duh êvarê li Pireya Londrayê û Pazara Boroughê ya nêzî wê derdora saet 22.00an de êrîş hat lidarxistin, di êrîşê de herî kêm 6 kes mirin, 3 êrîşkar jî ji aliyê hêzan ewlekariyê ve hatin berterefkirin.
Hat ragihandin ku di nav birîndaran de polêsek jî heye.
Hat gotin ku li ser êrîşkaran êlegên ku wekî li ser sîstema bombeyê hebe hebûne lê êlegan vala derketine.
Polêsan ragihand ku 20 kesên di êrîşê de birîndar bûn li 6 nexweşxaneyên cuda têne tedawîkirin.