BRUKSEL
Înîsiyatîfên Pêşveçûnê yên li navenda Londrayê ku têkoşîna hejariyê dikin, diyar kir ku Tirkiye di alîkariya însanî de piştî Luksembûrg û Swêdê ket rêza sêyem.
Li gor raporên ''Alîkariyên însanî yên kurewî 2013'' ku Înîsiyatîfên Pêşveçûnê amede kirine, Tirkiye di serî de nêzî milyon dolarekî alîkarî daye penaberên Sûriyê. Hat diyarkirin ku Saziyên Yekîtiya Ewropayê jî di nav de alîkariya ku hemû welatên dinyayê kirine bi tevahî 12,9 milyar dolar e. Tirkiye %8 vê alîkariyê bi tena serê xwe kiriye. Di raporê de DYAyê 3,8 dolar, Saziyên YEyê 1,9 milyar dolar, Îngilistan 1,2 milyar dolar û Tirkiye di rêza çaran de cih digire.
Almanya 757, Japonya 606 û Fransa 408 milyon dolar alîkariya însanî kiriye. Alîkariya Erebistana Siûdî 90, Brezîlyayê 54, Rûsyayê 50, Çînê 27, Hindistanê 3 û Meksîkayê milyonek e.
Tirkiye li gor rêjeya dahata neteweyî, bi pareke ji dehhezarî 13 kete rêza sêyem. Tirkiye di nav welatên G-8ê de li gor rêjeya dahata neteweyî di alîkariya însanî de xwediyê para herî mezin e.