Türkan Tosun
02 Adar 2020•Rojanekirin: 02 Adar 2020
Li Libyayê milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû bi moşekan êrîşî başûrê paytext Trablusê kirin, di êrîşê da zarokekî 10 salî hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor televizyona Panorama TVyê ya ku navenda wê Trablus e, milîsên Xelîfe Hefter îşev bi moşekan êrîşî herêma Tariq eş-Şuk a Trablusê kirin.
Di êrîşê da zarokekî 10 salî hat kuştin û ji heman malbatê 4 kes jî birîndar bûn.
Milîsên Hefter roja înê 60 moşek avêtibûn Trablusê ku ji wan 25 moşek avêtibûn Balafirgeha Mitîgayê.
Di van êrîşan da moşekek li dibistanekê ketibû. Ji ber ku dawiya hefteyê bû û dibistan girtî bû tu kes nemiribû û birîndar nebûbû.