Wezîrê Avahîsaziyê yê hikûmeta Filistînê ya hevkar Mûfîd el-Hasayîne di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 560 xanî ji binî ve zirar dîtin.
Hasayîne wiha got: "Ji duşema borî a ku Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyon da destpêkirin û heta niha 560 xanî bi temamî û 12 hezar û 800 xanî jî hinekî zirar dît.
Ji hêla din, li Urdunê ji bo Xezeyiyan kampanyaya xwînê hat li dar xistin.
Li Amana paytexta Urdunê welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî kampanyaya xwînê ya ji bo Xezeyiyan dan.