MÛSIL
Di êrîşên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) li Mûsila bajarê Iraqê li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li dar xist de 8 endamên DÎŞIyê mirin û 20 endam jî birîndar bûn.
Bijîşkê Nexweşxaneya Es-Selamê Ehmed Hamîd di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de wiha got: "Cesedê 8 endamên DÎŞIyê û 20 birîndar anîn nexweşxaneyê. Van kesên hanê di êrîşên hewayî yên ku DYAyê li herêma Hazerê ya Mûsilê de ew mirin û birîndar bûn."
Hamîd destnîşan kir ku rewşa gelek birîndaran giran e.