ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (RMMS) daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên rejîmê ji hewa û erdê bi çekên mezin ve êrîş birin ser çend bajarên ku hin herêmên wan di destê muxalifan de ne. Di êrîşan de li Helebê 20, li berbajarê paytext Şamê 16, li Derayê 6, li Îdlibê 5, li Deyrûz Zorê 4 kes û li Hama, Quneytra û Lazkiyê her yekê jî kesek, li ser hev 54 kes mirin. Li gor daxuyaniyê 5 kes bi êşkencê mirine.