ŞAM
Li kampa Yermûkê ya ev salek e ku ji aliyê hêzên Esed ve hatiye dorpêçkirin û nahêlên alîkariya însanî û tibî herê roj bi roj hejmara kesên ji birçîna dimrin zêde dibe.
Berpirsyarê Medyayê yê Herêmê yê Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê ya li Yermûkê Ramî Ebû Ebdullah daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku îro ji birçîna li kampê 5 kesên din jî mirin, her wiha hejmara miriyan gihişt 68an û wiha dewam kir: "Ji ber ku li vir mirov têr xwarinê naxwin û venaxwin pêşiyê nexweş dikevin pişt re jî dimrin."