Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Ewlekariyê hatin hildan li Medînetu's-Sadr a navçeya Bexdayê li nêzî îstasyoneke benzînê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin. Di vê bûyerê de 15 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku li navenda Bexdayê li taxa El-Emînê bi wesaîteke bombebarkirî ve hat kirin de jî 7 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran gelekî giran e.
Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşan hilneda stûyê xwe.
Ev demek e ku desthilatî li Iraqê bi awayekî baş xwedî raye nîne û ji ber vê jî şer û pevçûn diqewimin. Komên çekdar ên endamên rêxistina terorî ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Mûsil û hin bajarên din girtin bin kontrola xwe.
Komên çekdar û artêş car caran bi awayekî gelek tund şer dikin.
Li Bexadaya paytextê Iraqê bi wesaîtên bombebarkirî ve êrîş tên kirin.