Fatih Gazioğlu
30 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
XEZE
Artêşa Îsraîlê êrîşa asîmanî bir li ser Xezeyê. Di encama êrîşê de Filistîniyek hat kuştin.
Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, balafirên şer yên Îsraîlê zeviyên li ser sînorê başûr li Xezeyê bombebaran kirin.

Di êrîşê de Omer Wahîd Semurê 28 salî mir, Ehmed Selîm Şamiyê 23 salî jî birîndar ket.
Artêşa Îsraîlê der barê êrîşê de hê daxuyanî nedaye.