Haydar Şahin
30 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
MELBOURNE
Li Papua Gîneya Teze ya li başûrê Okyanusa Pasîfîkê erd bi lerza 6,9an hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku navenda erhejê 162 kîlometre li dûrî Rabaula bajaroka Girava Brîtanyaya Teze ye û 35 kîlometre di binê erdê da çêbû
Hê nayê zanîn ku gelo di erdhejê da tiştek bi tu kesî bû yan na.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê hişyarî da û diyar kir dibe ku li peravên Papua Gîneya Teze tsunamî rabe. Navendê paşê hişyariya xwe betal kir.
Li Papua Gîneya Teze di dawiya sibatê û serê adarê da erdhej çêbûbûn, di wan erhejan da 125 kes miribûn, bi hezaran kes jî ji malên xwe bûbûn.