09 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta 9emîn Konferansa Balyozan li Kulliyeya Serokomariyê di civînê da xîtabî beşdarvanan kir.
Erdogan diyar kir, hewla derbê ya 15ê tîrmehê ya FETO îxaneta ewil nîne ku li dewlet û millet kir û wiha dewam kir:
"Hewldana derbeya 15ê Tîrmehê helbet di dîroka me da yekemîn îxaneta dijî dewlet û miletê me nîne. Lêbelê ji hêla armanc, sepîner û encamên xwe va ev hewldana derbeyê, mezintirîn û veşartîtirîn îxanet e. Ev çeteya ku bi gotina 'hîmet, xizmet, diyalog û perwerde'yê va di nava dewleta me da xwe bicih kir, bi taqiyeyê xwe veşart, mal, milk û ewladê miletê me xesb kir. Vê rêxistinê di dîroka me da çalakiya herî nemerd a terorê pêk aniye."
Serokwezîr Erdogan got ku pêvajoya têkoşîna ku bi FETO ra tê dayîn wê dewam bike: "Ev rêxistin wek hucreyeke penceşêrê di hindurê me da mezin bûye, ev 25 sal in wek extepotekê dinya dorpêç kiriye. Bi rêxistineke wiha ra dayîana têkoşînê ne hêsan e. Ev têkoşîn wê demeke dirêj ber xwe bide, lê em ê teqez pes nekin, nekevin nav rehavetê."
Serokomar Erdogan diyar kir, hewla derbeyê xayîn û aşiqên welêt ji hev qetandin û wiha dewam kir:
"15ê tîrmehê çawa ku li welêt xayîn û aşiqên welêt ji hev veqetandibe, ji hev cihê kiribe, li derva jî heman wezîfe îcra kir. Ev hedîse ji bo heval û mittefîqên me bû kaxizê tûrnusolê. Me ev pir eşkere dît."
Serokomar Erdogan behsa pêvajoya Astanayê kir û wiha dewam kir: "Bi saya civînên me yên li Moskoyê yên digel Rûsya û Îranê û herwiha bi saya hevdîtinên me yên din bingeha pêvajoya Astanayê çêbû. Digel gelek binpêkirinan agirbesta ku niha berdewam e, paceya firsendên gelekî muhîm in. Hêvî çêbûye ku piştî demeke dirêj dê bi rêya pêvajoya siyasî va aşitiyê were. Seba ev badilhewa nebe, em ê zahf bixebitin."
Serokomar Erdogan qala mafê penabertiyê kir û wiha got: "Mafê penabertiyê nadin belengazên sûriyeyî, mezlûmên arakanî, efxanî, efrîqayî; di tasa zêrîn da didin Fetocî û terorîstên PKKyî. Yên ku berdidin belengazên ku pêdiviya wan bi tasek şorbe heye, xwedî li derbekar û terorîstên harbûyî dertên. Zimanê min venagere ku ez bêjim 'dost', lê qe nebe welatên ku em dizanin mittefîqê me ne, ev rewş li wan nayê. Em ji ber vê li ber xwe dikevin. Hûn lê dinêrin mensûbekî Rêxistina Terorê ya Feto ku li vê derê navê wî ketiye deftera reş û reviye, li Amerîkayê wek rektorê zanîngehekê hatiye tayînkirin. Ev çi kar e?
Serokomar Erdogan: "Em ê li hember manîpulasyonên FETOyê û hewldanên wan ên ku rewşê xirab dikin her tim hişyar bin. Emê zirarê nedin mîzana edaletê, sûcdar û bêsûcan tevlihev nekin û bi vî awayî êmê bibiryar têkoşîna xwe dewam bikin."
Serokomar Erdogan: "Hewldana derbeya 15ê Tîrmehê helbet di dîroka me da yekemîn îxaneta dijî dewlet û miletê me nîne. Lêbelê ji hêla armanc, sepîner û encamên xwe va ev hewldana derbeyê, mezintirîn û veşartîtirîn îxanet e. Ev çeteya ku bi gotina 'hîmet, xizmet, diyalog û perwerde'yê va di nava dewleta me da xwe bicih kir, bi taqiyeyê xwe veşart, mal, milk û ewladê miletê me xesb kir. Vê rêxistinê di dîroka me da çalakiya herî nemerd a terorê pêk aniye."
Serokomar Erdogan: "Mijarên mîna 'dijmintiya îslamê' û 'dijayetiya biyaniyan' ku bona însanê me yên ku li dervayê welat dijîn, bûye gefeke cidî ya ewlekariyê, êdî di rojeva sereke ya dewleta me da ye."