Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hat hildan Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî encamên hilbijartinê li navenda giştî ya partiyê dest mesaiye kir.
Davutoglu bi endamên Lijneya Wezîran û endamên MYKyê re saet di 12.00yî de hat bal hev û encamên hilbijartinê dinirxînin.
Wisa tê plankirin ku Serokwezîr Davutoglu wê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Serokwezîr Davutoglu ji sibê şûnde jî bi wezîr û endamên MKYK û MYKê ya partiya xwe re wê yek û yek hevdîtinê bike.
Davutoglu bi lijneyên partiyê re jî wê bê bal hev û heke lazim be bi hin kesên ku ji ber "rêzika heyama 3yan" wek namzed nehatin nîşandin re jî wê encamên hilbijartinê binirxîne.