Abdullah Tel
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
ROMA
Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentîlonî der barê îhtimala mudaxeleya eskerî ya li Sûriyeyê ku wê dijî rejima Beşar Esed ê herî dawîn li Dûmayê bi çekên jehrî êrîş li dar xist û bûbû sedema mirina 78 sivîlan da got ku lazim e ewilî ji bo aştiyê hewl bê dayîn.
Li gor nûçeya ANSAya ajansa nûçeyan a Îtalyayê Serokwezîrê Îtalyayê diyar kir ku bikaranîna çekên bi jehrî yên ku rejimê li Dûmayê bi kar anî nayê qebûlkirin û wiha pê da çû: "Beriya dayîna berdêla sûcan divê em ewilî ji bo aştiyê hewl bidin."
Di nûçeyeke din a ajansê da jî çavkaniyên hikûmetê wekî çavkanî hatin nîşandan û wiha hat gotin: "Di çarçoveya peymanên navneteweyî û peymanên dualî yên di navbera me da Îtalyayê hergav bi mebesta garantiya ji bo ewlehî û parastina mutefîqên xwe piştgirî daye lê Îtalya (li Sûriyeyê) rasterast di nav tu çalakiyên ku ji zû va ye dest pê kirine da nîne."