ÎSTANBÛL
Şîrîn Ebadiya Îranî ya hiqûqzan a ku ji ber xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan di sala 2003an de xelata Nobelê wergirtibû got: "Ji ber wan wêneyên îşkenceyê yên li Sûriyeyê divê Esed li Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî bê darizandin. Li Sûriyeyê sivîl tên kuştin û welatê min jî mudaxaleyî vî welatî dike. Ji ber vê tevgera welatê xwe ez pir şerm dikim û ji gelê Sûriyeyê lêborînê dixwazim."
Ebadî der barê wêneyên îşkenceyê yên li Sûriyeyê ku hatin belav kirin de fikr û ramanên xwe bi nûçegihanê AAyê re parve kir û got: "Raporên ku saziyên navneteweyî ji bo wan wêneyan amade kirin nîşan didin ku Esed sûcê mirovahiyê kiriye."
Rûsya ji bo berjewendiyên xwe nahêle Esed bê darizandin
Ebadî destnîşan kir, Sûriye ji ber ku ne endamê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) ye, li dijî Esed doz nayê vekirin û wiha dewam kir: "Sûdan jî ne endamê vê dadgehê bû, lê Serokê Dewletê Omer el-Beşîr bi navbeynkariya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve li DCNyê hat darizandin. Mimkun e ku Esed jî bi heman rêgezê bê darizandin, lê ji endamên KENYê Rûsya ji ber berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê rê li ber darizandinê digre û nahêle ku Esed li vê dadgehê bê darizandin."