ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku hêzên Esed êrîşî herêmên ku di destê muxalifan de ye kir û di encama êrîşan de li Helebê 44, li berbajarên Şamê 20, li Îdlîbê 20, li Derayê 7, li Deyr'ûz Zorê 5, li Xûmûsê 3, li Hamayê 2, bi tevahî 101 kes mirin.
Li Helebê di navbera Eniya Îslamî û hêzên Esed de pevçûn qewimîn.
Berpirsiyarê çapemeniyê yê Tugaya Tewhîdê Salih Anadanî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên Esed bi moşek û bi topên hewanê êrîşî beldeyên Sumbul û Zehrayê kirin.