Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi merasima leşkerî va li Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî pêşwazî kir.
Merasima pêşwaziyê li pêşiya Avahiya Navendî ya Serokwezîriyê hat kirin û di pêşwaziyê da sirûdên neteweyî yên herdu welatan hatin lêxistin.
Serokwezîrê Iraqê Ebadî bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra mangeya merasimê silav kir û ji wan ra got "merheba leşker."
Davutoglu û Ebadî di merasimê da heyetên Tirkiyeyê û Iraqê dan nasîn û paşê merheba kirin û poz dan rojnamevanan. Herdu serokwezîr piştî merasimê derbasî civînê bûn.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, Alîkarê Serokê Gişkî û Berpirsiyarê Têkiliyên Karên Dervê yê AK Partiyê yasîn Aktay û hin rayedarên din jî beşdarî merasimê bûn.