Fatih Gazioğlu
01 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
TORONTO
Patrîcîa Schultza Nivîskara Gerê ya Amerîkayî got ku wê di ciwaniya xwe de Tirkiye dîtiye û wiha got: "Divê her kes beriya mirinê Tirkiyeyê bibîne."
Li Torontoya bajarê Kanadayê ji aliyê Trafalgara operatorê turîzmê 'şeva turîzmê' hat lidarxistin. Organîzasyona ku Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê jî di nav de wekî sponsor cih girt eleqeyeke mezin dît.
Nêzî hezar mêvanî beşdarî organîzeyê bûn. Organîzasyon li Konserwatuara Muzîkê ya Qraltiya Kanadayê hat lidarxistin.
Patrîcîa Schultza nivîskara gerê ya Amerîkayî li dinyayê nivîskareke navdar e û piranî bi pirtûka xwe ya bi navê "1000 bajarên ku divê meriv beriya mirinê bibîne" tê nasîn. Schultzayê der barê Tirkiyeyê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wê di ciwaniya xwe de Tirkiye dîtiye û gelekî ecibandiye. Schultzê got ku Tirkiye welatekî gelek xweş e û merivên wê jî mêvanperwer in û wiha dewam kir:
"Ez herî dawî di sala 2013an de li ser daweta Wezareta Çand û Turîzmê hatibûm Tirkiyeyê. Tirkiye welatekî gelekî mezin û dîrokî ye. Dayika min li Îtalyayê hat dinyayê, ev jî min dike yeka ji Behra Spî. Merivên Tirkiyeyê û çanda wan nêzî min e. Belkî beriya vê ez Tirk bûm, nizanim. Ez xelkê New Yorkê me, ji ber vê bi bajarên mezin re kêfa min tê. Loma ez ji Stenbolê jî gelekî hez dikim. Li dinyayê tu bajar qasî Stenbolê xweş nîne."