Türkan Tosun
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
BEXDA
Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand di meha sibatê de rojê 3 milyon û 425 hezar warêl bi tevahî 95 milyon warêl neft hatiye îxrackirin.
Berdevkê Wezareta Neftê Asim Cîhad di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got şirketa neftê ya neteweyî ya Iraqê SOMOyê di meha sibatê de rojê 3 milyon û 425 hezar, bi tevahî 95 milyon warêl neft hatiye îxrackirin.
Cîhad got her warêlek nîvendî 60 dolaran hatiye firotin, ji firotina neftê 5 milyar û 769 milyon dolar hatiye qezenckirin.
Berdevk Cîhad anî ziman neft tevahî ji bîrên başûrê welêt û yên navenda welêt tên derxistin.
Ji bo nefta di bîrên Kerkûkê de ye Cîhad got ji van bîran neft nehatiye îxrackirin.
Piştî ku hêzên hevpar ên girêdayî hikûmeta navend a Iraqê kontrola Kerkûkê ya ku 3 salan zêdetir bû di destê pêşmergeyan de bû hildan destê xwe, sewqiyata neftê ya ji ser xeta boruyê ya Kerkûk- Ceyhanê hatibû rawestandin.
Di meha çileya paşîn de jî 3 milyon û 500 hezar bi tevahî 108 milyon warêl neft ji Iraqê hatibû îxrackirin.