28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ROMA
Nûnerê Bilind a Ewlehî û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî der barê Ewropayê de got ku der barê polîtikaya derve û parastina hevpar de divê pêşve herin.
Li payrext Romayê Mogherînî bî Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Angelîno Alfano re hat bal hev. Hat aragihandin ku di hevdîtinê de di serî de mijarên der barê YEyê, lutkeya G7 ku dê serokatiya wê Îtalya bike, rewşa Libya û Sûriyeyê û qeyrana koça bêserûber hat nirxandin.
Piştî hevdîtinê herdu siyasetmedar daxuyaniya hevpar dan. Mogherînî di daxuyaniya xwe de alîgirên rastgir ku Ewropayê nîşan girtine, rexne kir û got: "Ewropa ketiye hedefa hin hêzên siyasî. Lê belê li hember qeyranê bersiva herî baş xurtkirina Ewropayê ye."
Federîca Mogherînî got ku li Brukselê hefteya peşiyê dê civîneke girîng bê kirin û wiha dewam kir: "Li Brukselê roja dûşemê hevdîtina wezîrên parastin û karên derve dê bê kirin. Der barê polîtikaya derve û parastina hevpar de divê pêşve herin."