Hat ragihandin ku rêxistina terorê DAEŞê li herêma Tîlsekofa girêdayê navçeya Tîlkefê, bi "çekên kîmyasal" êrîşî pêşmerge kirin.
Ji Fermandarên pêşmerge yê li Tîlsekofê Tarik Suleyman daxuyani da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di navbera me û DAEŞê de 2 kîlometre heye û di êrîşa hewanê ya ji aliyê DAEŞê hat de binekê ecêp belav bû. Li ser canê gelek kesên cepheyê şewat heye û hin hewalên me veraşiya."
Suleyman got ku ji ber binê gelek kes aciz bûn û rakirin nexweşxaneyê. Suleyman wiha dewam kir: "Di lêkolînên li nexweşxaneyê de hat tespîtkirin ku bi çekên kîmyasalê êrîşî pêşmerge hatî kirin."
Suleyman ragihand ku li dijî êrîşên wiha tu pergala wan ên parastinê tune û wiha dewam kir: "Berê jî li hin herêmên dinê êrîşên kimyasal hatibû kirin lê li vira cara ewil tiştek wiha dibe. Divê li dijî êrîşên wiha em tevdîr bigrin."