Türkan Tosun
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Bajarê Diyarbekirê ya ku dixwaze xelata "Sêva Zêrîn" a ku ji hêla Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Seyahatê ya Dinyayê (FIJET) va tê dayîn hilde, wê mazuwaniya nivîskar û rojnamevanan bike.
Ji bo ku milyonek turîst bên bajêr, li cîhanê navê Diyarbekirê bê bihîstin û xelata "Sêva Zêrîn" a ku ji hêla FIJETê va tê dayîn bê girtin li Diyarbekirê wê çalakiyeke navneteweyî bê lidarxistin.
Walîtî, Şaredariya Mezin, Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê û Platforma Turîzmê wê çalakiyê li dar bixin.
Ji 11 welatan jê 19 biyanî, 36 nivîskar û rojnamevan wê li Diyarbekirê bibin mêvan.
- Armanc milyonek turîst in
Kordînatorê Ofîsa Piştgiriya Veberhênanê ya Diyarbekirê ya Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê Diyadîn Înan ji nûçegihana AAyê ra got ev Platforma Turîzmê ji 100 hevkaran pêk tê ku di nav wan de saziyên wek Walîtiya Diyarbekirê, Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê, Zanîngeha Diyarbekirê, Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr hene.
Înan got par li gor sala din di hejmara turîstan de ji sedî 130 zêdebûn çêbûye, lê armanca wan ew e ku milyonek turîst bên Diyarbekirê, ji ber vê jî di navbera 27-30yê nîsanê de ewê mazuwaniya endamên FIJETê bikin.
Înan anî ziman ji 11 welatan yên wek Misir, Almanya, Fransa, Îtalya, Rûsya, Ukraynayê 36 nivîskar û rojnamevan wê bên Diyarbekirê ku ev jî ji bo nasandina Diyarbekirê gaveke pir girîng e.
Ji bo bernameya gera nivîskar û rojnamevan Înan got ewê Sûrên Diyarbekirê, Baxçeyên Hewselê, Keleha Zerzevanê cihên dîrokî û çandî yên din bigerin, dema zivîrîn welatên xwe jî wê der barê Diyarbekirê de nûçeyan binîvisin, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî pesnê Dyarbekirê bidin ku ev ji bo nasandina Diyarbekirê pir girîng e.
Înan got FIJET her sal xelata Sêva Zêr dide ku ev xelat di qada turîzmê de wek "oskara turîzmê" tê qebûlkirin û armanca wan ew e ku ev xelat bibe ya Diyarbekirê û wiha dewam kir: "Di sala 1984an de Antalyayê, di sala 2012an de Hamamonuyê û di sala 2017an de jî Konyayê ev xelat hildan. Armanca me ew e ku cara çaremîn jî ev xelat bibe ya Tirkiyeyê, ya Diyarbekirê."