HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê wê koça ber bi Hêrêma Kurdistanê va zêde bibe.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Herêma Kurdistanê da hat weşandin Barzanî bi komeke parlementerên Parlementoya Ewropayê ra hat bal hev û der barê operasyona Mûsilê, pirsgirêkên penaberan û peymana di navbera Bexda û Hewlêrê da axivîn.
Barzanî di axaftina xwe da destnîşan kir ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê wê koça ber bi Hêrêma Kurdistanê va zêde bibe û wiha got: "Bi operasyona xilaskirina Mûsilê va wê koça penaberan a ber bi Kurdistanê va zêde bibe. Ji ber vê jî divê raya giştî ya navnetweyî û dewletên Yekîtiya Ewropayê rasterast an jî bi Rêya saziyên alîkariyê alîkariya Kurdistanê bikin. Digel vê divê saziyên Neteweyên Yekbûyî jî di vê mijarê da haydar û baldar bin."
Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî qeweta xwe alîkariya penaberan dike û wiha got: "Mixabin raya giştî ya navneteweyî di vî warî da wezîfeya xwe baş bi cî neanî û alîkariya penaber nekir."
Barzanî bal kişand ser peymana neftê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê da û wiha axivî: "Herêma Kurdistanê li gor peymanê tevdigere. Lê divê li gor budçeya 2015an ev peyman pêk were. Bexda li hember Kurdistanê wezîfeya xwe pêk nayne."
Barzanî der barê têkoşîna dijî DÎŞIyê da jî destnîşan kir ku divê alîkariya leşkerî bê kirin û got ku pêwîstiya me bi alîkariya leşkerî û çekên giran heye.