EŞŞARQIYE
Berdevkê Îxwanê yê li bajara Eş-Şarqiyeyê Ahmed Cabîr el-Hac got ku hêzên ewlehiyê li bajarê ez-Zekazîkê li avahiya ku mala Muhemed Mursî jî tê de ye, lêgerîn kir, ji ber ku serekên Îxwanê yên ku der barê wan de biryara girtinê hatiye dayîn, wê demê li avahiyê nebûn, ji girtinê filitîn.
Mursî qata 6emîn ya avahiyê de rûdinê, Ahmed Fehmiyê Serokê Meclisa Şûrayê ya ku hat belavkirin, di qata 5emîn de, Serokbajarê eş -Şarqiyeyê yê Partiya Edalet û Azadiyê (PEA) yê şaxa siyasî ya Îxwanê Ahmed Şehhata di qata 3yemîn de dimîne.
Li gor agahiyan hêzên ewlehiyê bi wesayîtên polês û bizirx yên ku tê de leşker hebûn, hatin herêmê û li avahiyên ku Mursî û serekên Îxwanê dimînin, lêgerîn kirin.
Li gor agahiyên hêzên ewlehiyê di operasyonan de endamên Îxwanê yên ku der barê wan de biryara girtinê heye de, endamê Lijneya Birêvebiriya PEAyê û Lijneya Şêwirê yê Partiyê Muhemed Abdûlganî di mala xwe ya li bajarê ez-Zekazîkê de hat girtin.
Rayedarên Misrê der barê serdegirtinan de tu daxuyanî nedan.