28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKI) Cebar Yawer, destnîşan kir ku wê DYA di sala 2016an da, bi bihayê 200 milyon dolarî alîkariya leşkerî ji bo pêşmergeyan bişîne û got, "Ji bo bikaranîna çekên ku biryar e di ser Kûwêtê ra bêne Kurdistanê, di sala nû da wê dest bi perwerdeyê bê kirin."
Yawer li nivîsgeha xwe ya Hewlêrê, derbarê alîkariyên DYAyê yên di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da, bandora hêzên hevpeymana navneteweyî li ser têkoşînê û planên muhtemel yên derbarê rizgarkirina Mûsilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
- "Çekên di destê pêşmerge da bi piranî malê Rojhilata Ewropayê ne"
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir ku çekên di destê wan da bi giştî bi alîkariya welatên hevpeymaniyê gihiştine wan û got, "Bi piraniya çekên di destê pêşmergeyî da li welatên Rojhilata Ewropayê hatine îmalkirin. Ji ber vê, em pêwîstiya xwe ya çekan, ji welatên Rojhilata Ewropayê weke Komara Çekê, Slovakya û Romanyayê temîn dikin. Ji bilî van Almanya, DYA, Îtalya û Fransa jî çekên ku ew bi xwe îmal dikin ji me ra dişînin."
- DYA ê di sala 2016an da bi bihayê 200 milyon dolarî alîkariya leşkerî bike
Yawer anî ziman ku hêza bejayiyê ya Hevpeymaniya Navneteweyî Pêşmerge ye û got, "Tê çaverêkirin ku DYA, di nava sala nû da, techîzatên eskerî bi bihayê 200 milyon dolarî ji Kurdistanê ra bişîne. Ev alîkarî rasterast ne weke peran, ê weke techîzatên leşkerî bê şandin. Herwiha biryar e, ew alîkarî di ser Kûwêtê ra, ji Kurdistanê ra bên veguhastin."
Yawer bi bîr anî ku Herêma Kurdistanê endamekî fîîlî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ye û axaftina xwe wiha domand, "Fêrmendên eskerî yên bi artêşa DYAyê ve girêdayi wê di nava 3 mehan da perwerdeya pêwîst pêşkêşî pêşmergeyan bikin. Li Hewlêrê nûnertiya fermî ya 12 welatên ku di jêr banê hêzên hevpeymaniya Navneteweyî da ne, hene û di perwerdeya pêşmergeyan da berdewam in. Weke Wezareta Pêşmerge em her hefte li Hewlêrê, digel heyetên eskerî yên DYA, Kanada, Îtalya, Fransa, Brîtanya, Swêd, Macarîstan û Almanya dicivin. Lê belê bi tu hawî têkiliya me bi hevpeymaniya 4 alî ya di navbera Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyeyê da tune ye."
Yawer di derbarê planên rizgarkirina Mûsilê wiha axivî, "Ji bo rizgarkirina Mûsilê tarîxek nehatiye diyarkirin. Em li hêviyê ne navend û rojavaya Iraqê ji destê DAEŞê bên derxistin. Piştre ku artêşa Iraqê daket başûrê Mûsilê, hêza pêşmerge digel artêşa Iraqê û hevpeymanan ê planên rizgarkirina Mûsilê bikin."