WASHINGTON
Pentagona Wezareta Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) diyar kir ku artêşa Amerîkayê di nav 72 saetên dawîn de Bendava Mûsilê û derdora wê jî di nav de bi tevahî li 35 cihên ku endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) lê diman xist û ji 90î zêdetir hedef serobin kir.
Berdevkê Pentagonê John Kîrby di daxuyaniya ku li ser navê wezaretê da de wiha got: "Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê artêşa DYAyê di nav 72 saetan de bi balafirên şer û yên bêmirov ve 35 caran êrîşî kozikên aîdî DÎŞIyê kir. Artêşa Amerîkayê bi van êrîşan, wesaît, cebilxane, kozikên cengê jî di nav de ji 90î zêdetir hedef serobin kir."
Kîrby destnîşan kir ku kontrola Bendava Mûsilê ji destê endamên DÎŞIyê derketiye û ji bo ku li cihên din jî heman rewş pêk bê xebat didomin. Di daxuyaniya xwe de Kîrby diyar kir ku Wezîrê Parastinê yê DYAyê Chuck Hagel bi leşkerên ku di operasyonan de cih girtine re serbilind e.
Hat ragihandin ku leşkerên Amerîkayê heke hewce bike ji bo erkên wiha her tim amadeye.
Ji bilî vê hat gotin ku Hagel hêzên Iraqê yên ku li dijî DÎŞIyê bi hev du re tevdigerin pîroz kir û da zanîn ku ev biryar, nîşaneya şerê li hemberî DÎŞIyê ye.