30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
WASHINGTON
Rêvebirina Donald Trump di 20ê çileya paşîn de dest bi wezîfeyê kir û hemû nûnerên siyasî ji wezîfê girt. Niha li 57 welatên ku bi tevahî nivê nifusê dinyayê lê dijî, nûnerê Amerîkayê tuneye.
"Quartz"a li Amerîkayê weşanê dike, bi çavkaniya Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, xeberek weşand. Li gorî xeberê, rêvebiriya nû hê ji bo 57 welatên ku di nav de mutefîqên Amerîkayê Îngîltere, Kanada, Japonya, Hindistan û Erebistana Sîûd jî hene, nûner tayîn nekiriye.