07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
WASHINGTON
Mîralay Jeff Davîs li Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku bi telîmata Serokê DYAyê Donald Trump hêzên hewayî yên Amerîkayê 59 moşekên Tomahawkê avêtin Baregeha Hewayî ya Şayratê ya rejima Sûriyeyê.
Davîs destnîşan kir ku moşek ji Destoyeran USS Porter û USS Rossê yên li rojhilatê Behra Spî bi cih kirine hatin avêtin.
- "DYA ji bo êrîşên kîmyewî wê tehamul neke."

Berdevkê Pentagonê got ku DYAyê ji ber êrîşa kîmyewî ya ku rejima Sûriyeyê di 4ê nîsanê da li Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê li dar xistibû ev êrîş kir û wiha pê da çû: "Ev li hemberî wê êrîşê bertek e. DYA ji bo êrîşên kîmyewî wê tehamul neke. Bi moşekên hatin avêtin va balafir, hangar, embarên sotemenî û lojîstikê, stargehên zexm ên balafiran, depoyên cebilxaneyan, pergalên parastina hewayî û radar hatin berterefkirin."
Davîs ragihand ku ji bo zirar negihêje sivîlan heta ji destê wan hat bi baldarî tevgeriyan û ev cihê rastî êrîşa DYAyê jî hat beriya 2013an ji hêla rejima Esed wek embara çekên kîmyewî dihat bikaranîn, şopên radarê yên DYAyê jî nîşan didin ku balafirên li Xan Şêxûnê êrîşa kîmyewî kiribûn jî ji vê baregeha hewayî rabûbûn.

"Me xeber da Rûsyayê"
Mîralay Davîs êrîşa ser baregehê bi êrîşa kîmyewî ya rejima Esed biribû ser Xan Şêxûnê ra muqayese kir û got ku beriya êrîşê xeber dan Rûsyayê û zanibûn eskerên Rûsyayê li wir in û ji bo zirar negihêje ûrisan jî tewdîrên hewce hildan.
Berdevkekî Pentagonê yê nexwest navê wî bê eşkerekirin got ku heta emrekî duyemîn wê êrîşeke din nebin ser Sûriyeyê.