07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
RIYAD
Erebistana Siûdî diyar kir ku ew piştgiriyê didin operasyona eskerî ya DYA bir ser baregeha eskerî ya rejima Sûriyeyê.
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Em ji ber qirkirina bi dehan sivîlên mesûm ên ku jin û zarok jî di nav da hebûn û ji hêla rejima Esed va hat kirin piştgiriyê didin wan operasyonên DYA dibe ser rejima Sûriyeyê."
Di daxuyaniyê da rejim wekî berpirsê operasyonên li ser Sûriyeyê hat nîşan dan, êrîşên hovane yên rejima Esed jî wek bingeha êrîşê hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da pesnê tevgera Serokê DYAyê Donald Trump a li hemberî rejima Sûriyeyê hat dayîn û ew tevger wek wêrektî hat qebûlkirin.