07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
ANKARA (AA) - Ajansa nûçeyan a fermî ya rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê diyar kir ku DYAyê bi moşekan êrîşî ser baregeheke hewayî ya eskerî ya li welêt kir.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya rejimê di nûçeya xwe ya spart çavkaniyeke eskerî da wiha got: "Serê sibehê bi derketina rojê baregeheke me ya hewayî ya li herêma nav Sûriyeyê dikeve rastî êrîşa Amerîkayê hat. Di êrîşê da xisar û ziyan çêbû."
Artêşa DYAyê ragihandibû ku ji ber êrîşa kîmyewî ya rejima Sûriyeyê wek bertek bi 59 moşekan Tomahawkê va êrîş bir ser baregeha eskerî ya rejima Sûriyeyê.