Muhammet Kurşun
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
MEKKE
Dîmenê Kebeya Muezzem ku ji 2 milyonan zêdetir Misilmanî ji bo ferza hecê berê xwe dayê ji esman ve hat kişandin.

Tîma AAyê, di kêliya îbadeta hecê de ku bi milyonan bawermend lê bûn Kebe û derdora wê ji esman ve kişand.
Qerebalixiya li Mescida Heram û Kebeya qibleya Misilmanan e, ji ber ku hecî li Cemerat şeytan diricimînin û li Mînayê dimînin hinekî kêm xuya dike.

Ji ber ku xebatên berfirehkirinê temam bûn qada tewafê rehettir bûye.
Xebatên ji bo îlaweya Mescida Heramê tên kirin jî ji bo demsala hecê hatine sekinandin.