Abdullah Tel
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
BEXDA
Hat ragihandin di operasyonên rizgarkirina Telafer da 115 esker hatin kuştin û 679 kes jî birîndar bûn.
Fermandarê Operasyonên Telaferê General Ebdulemir Yarullah li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û got:
"Di operasyonên 20ê Tebaxê dest pê kirin da ji hêzên ewlehiyê 115 kes hatin kuştin û 697 kes jî birîndar bûn"
Yarullah diyar kir ku ji DEAŞa rêxistina terorî nêzî 2 hezar milîtan hatin berterefkirin û bal kişand ser hejmara mirî û birîndarên operasyona Telefarê û ragihand ev yek bi xwe nîşaneya pêkhatina şer û pevçûnên dijwar e.
Alîkarê Serokomar Nûrî El Malikî ji bo rizgarkirina Telaferê gotibû: "Herkes dizane ku Telafer ne bi şer û pevçûnê ewder bi lihevkirinê hat riazgarkirin."
Meqamên fermî yên dewletê û qismekî gel li dijî gotinên Malikî sekinîn û ew îdia bû sedema niqaşê.
Yarullah jî ev îdia derewand û wiha pê da çû: "Tu terorîstek nehat û teslîmî me nebû û tu peyman jî nehatine çêkirin."